BI DÎMEN

Li Helsînborgê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Helsînborg ê Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.

ÇALAKIYÊN PÊNGAVÊ

Li navenda bajarê Helsînborgê gelek Kurdistanî û dostên gelê Kurd li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Çalakgerên ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin, xiyaneta PDK’ê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî şermezar kirin.

Çalakî bi banga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.