Rûsya: Hevdîtinên bi Parîs û Berlînê negihiştin tu encamê

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku hevdîtinên li ser krîza Ûkraynayê ya bi Fransa û Elmanyayê negihişt tu encamê.

Dmîtrî Peskov ji çapemeniyê re axivî û got “Me hemûyan dît ku civîna şêwirmendên siyasî yên di formata Normandiyayê rê li ber tu encamê venekiriye.”

Li Berlînê roja pêncşemê hevdîtin hatibû kirin û Rûsya, Ûkrayna, Elmanya û Fransa di hevdîtinan de cih girtibûn. Ji sala 2014’an û vir ve vê formata nîqaşê ku jê re Normandiya tê gotin, nûnerên her çar welatan tîne ba hev. Ev hevdîtin neh saet û nîvan domiyabû.

Berdevkê Kremlînê got “Mixabin Ûkrayna qewlên di peymanan de cih nayne.”

Muzakerevanê Ûkraynayê Andrîî Iermak piştî civîna li Berlînê daxuyaniyek da û got “Me li ser teksteke hevpar li hev nekir.”

Li gorî rayedarên Elmanyayê di meha Adarê de wê civîneke din were kirin.