Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Ayaz hat kirin
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz, li Lefkoşayê hat kirin.
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz, li Lefkoşayê hat kirin.
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku 15’ê Adarê ji bo dîtina malbata xwe ya li Swêdê xwest ji balafirgeha Larnakayê bi rê bikeve, ji ber biryara girtinê û daxwaza radestkirina dewleta Elman, ji aliyê polîsên Qibrisê ve hat destgîrkirin.
Dadgeha Larnakayê, 19’ê Nîsanê biryar da ku Ayaz radestî Elmanyayê û rêya îtîrazê li Dadgeha Bilind vekirî hişt.
Rûniştina dozê li Dadgeha Bilind a Lefkoşayê hat kirin. Siyasetmedar Kenan Ayaz ku girtî ye, parêzerê wî Efstathîos K. Efstathîoû, Dozgêr Bîssas û ji şandeya dadgehê Stramatîoû, Îoannîdes Malacthos tev li rûniştinê bûn.
Bêriya rûniştinê, Kurdistanî û dostên wan, partiyên siyasî yên Qibrisî, parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên ciwanan û komên anarşîst dowîzên wêneyên Kenan Ayaz li ser, hildan.
‘PÊVAJOYA NEHIQÛQÎ BERDEWAM E’
Rûniştin, bi parastina parêzerê Ayaz Efstathîoûs K. Efstathîoû dest pê kir. Eftathîoû, bi nivîskî û devkî îtîraz li biryara dadgeha herêmî kir.
Di daxuyaniyê de ku parêzerê Kenan Ayaz piştî rûniştinê da ajansa me, ev tişt diyar kirin: “Îdiayên dewleta Elmanyayê yên têkildarê siyasetmedar Kenan Ayaz, ne çalakiyên terorî ne. Dadgeha herêmî ev kontrol nekirine û biryar daye. Dadgehê pir zû biryar da, nehişt ku Kenan Ayaz xwe biparêze. Ayaz, di paraznameya xwe de diyar kir ku dadgeha heyî siyasî ye lê serokê dadgehê her carê dest tê werda û pêkanîna biryarên xwe kir esas. Dadgeha herêmî, bêyî tu argumanekê ku PKK’ê wek rêxistineke terorî bibîne, biryareke bi neheqî da. PKK, ne rêxistineke terorî ye, aliyekê şer e ku di navbeyna du hêzan de tê kirin.
Li dijî biryara ku dadgeha herêmî da, îro Dadgeha Bilind guhdariya paraznameya me û parêznameya dozgêr kir. Metirsiyên cidî bi şandeya Dadgeha Bilind re jî çêbûn. Şandeya Dadgeha Bilind, ji dozgêr ev pirs kiriye: ‘PKK, li Kibrisê di lîsta terorê de ye?’ Dozger wiha bersiv daye: “Na, em wek rêxistineke terorî nabînin. Bi vê daxuyaniyê jixwe ev doz bê wate bûye.
Me cardin dît ku girtina miwekîlê min Kenan Ayaz, neheqî ye.”
Parêzer Efstathîoû, her wiha got: “Dadgeha Bilind, da zanîn ku wê 16’ê Gulanê biryara dawîn bide. Lê îro dîsa roj diyar nekir. Dibe ku biryar zûtir bê dayîn.”
Siyasetmedar Kenan Ayaz, li greva birçîbûnê ya bêyî dem dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistaniyan a ji bo piştgiriya bi Ayaz re jî berdewam e.