BI DÎMEN

Ronahî û Bêrîvan li cihê ku çalakiya xwe pêk anîn hatin bibîranîn

Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgun Yıldırım) ên ku di Newroza 1994’an a Mannheimê de li dijî tundî, girtin û polîtîkayên qedexeker ên dewleta Elmanyayê bedena xwe kiribûn Newroz, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anîbûn hatin bibîranîn.

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, bi organîzasyona Meclîsa Gel a Kurd û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan, ji bo bîranîna Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgul Yıldırım) ên ku di 22’yê Adara 1994’an de ji bo protestokirina polîtîkayên qedexe, zext, girtin û tundiyê yên Elmanyayê yên li ser PKK û gelê Kurd laşê xwe dabûn ber agir û şehîd bibûn, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Di bîranîna ku li cihê çalakiya wan pêk hat de, di kesayetiya her du jinên şoreşger de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û minet hatin bibîranîn.

Di çarçoveya çalakiyê de Kurdistanî ber bi qeraxa Çemê Neckarê ve, ku şehîdan lê bedena xwe dabûn ber agir, meşeke kurt pêk anîn. Di dema meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Piştî meşê, li cihê ku şehîdan jiyana xwe ji dest dabûn bernameya bîranînê hat düzenkirin. Ji aliyê xizmên Şehîd Ronahî ve çelenk danîn qadê, beşdaran jî bi kulîlkan rêz girtin.

Di bernameyê de di şexsê Ronahî û Bêrîvan de ji bo hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre siyasetmedar Besime Konca axaftinek kir.

Besime Konca di axaftina xwe de diyar kir ku Ronahî û Bêrîvan mînakeke mezin a wêrekî û biryardariyê nîşan dane û destnîşan kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê ya bi dehan salan de berdêlên giran daye. Her wiha Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demirel, Sema Yuce, Ugur Şakar, Umut Acar û di serî de Kemal Kurkut ê ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin, hemû şehîdên Newrozê bi bîr anîn.

Di axaftinê de hat destnîşankirin ku Ronahî û Bêrîvan ji ber nasnameyên xwe yên jin, Elewî û Kurd rûbirûyê polîtîkayên zext û înkarê yên piralî mane, lewma çalakiya wan bûye yek ji sembolên berxwedanê.

Di bîranînê de li gel wêneyên Şehîd Ronahî û Bêrîvan, wêneyên siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin û alên TJK-E hatin hildan. Komê bi dirûşman dan xuyakirin ku ew xwedî li têkoşîna şehîdan derdikevin.

Çalakiya ku tê de kêliyên bi hestiyar hatin jiyîn, bi tekeziya ku wê têkoşîn û mîrasa şehîdan bê jiyandin bi dawî bû.