Meşa 3 rojan a li bajarê Marsîlya yê Fransayê ku ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, roja xwe ya yekem li pey xwe hişt.
Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet 11:00’an li ber Şaredariya Martîgûes a Marsîlyayê destpê kir.
Ji Marsîlya, Montpellîer, Dragûîgan, Bordeaûx, Toûloûse, Avîgnon û Marîgnanê 167 kes tevlî meşê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ber şaredariyê daxuyanî hat xwendin û dosyayek pêşkêşî şaredariyê hat kirin.
Çalakgerên êlekên ji bo azadiya Abdullah Ocalan li xwe kiribûn pankartên bi heman daxwazan hilgirtin.
Roja yekem a meşê li ber Şaredariya Komuna Marîgnane bi dawî bû.
Çalakgerên ku wê sibe saet di 09:00’an de ji vir bikevin tevgerê, wê xwe bigihînin îstasyona St. Antoîne.
Roja Şemiyê saet 9:00’an wê ji vê stasyonê heta qada Canabîere ya Marsîlyayê meşeke girseyî were lidarxistin û çalakî wê bi mîtînga li qadê bi dawî bibe.