Roja fînalê ya Meşa Azadiyê: Ciwan ber bi Strasbourgê ve dimeşin
Meşa Dirêj a ku li Fransayê destpê kir, wê îro ji bajarê Ersteinê heta Strasbourgê dewam bike.
Meşa Dirêj a ku li Fransayê destpê kir, wê îro ji bajarê Ersteinê heta Strasbourgê dewam bike.
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) îsal li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest pê kir.
Ciwan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û pankarta bi nivîsa "Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin" dimeşin.
Di roja pêncemîn a meşê de li navenda bajarê Ersteinê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
Ciwan wê îro bi 16 kîlometreyan bimeşin û bigihêjin Strasbourgê.