Rêxistinên Îtalyayê êrîşên dagikirinê şermezar kirin
Rêxistinên Îtalyayê piştgirî dan kampanyaya îmzeyan ya ji bo PKK'ê hat destpêkirin û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Rêxistinên Îtalyayê piştgirî dan kampanyaya îmzeyan ya ji bo PKK'ê hat destpêkirin û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Gelê Îtalyayê bi şahiyên cuda rizgariya ji dagirkirina Naziyan pîroz dikin. Di pîrozbahiyan de Rêxistinên Îtalyayê peyama piştevaniya bi gelê Kurd re dan û leqeyek mezin nîşanî kampanyaya îmzeyan ya ji bo PKK’ê hat destpêkirin dan. Îtaliyan xwest ku PKK ji nava rêxistinên terorê were derxistin.
Rêxistinên Îtalyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker jî şermezar kirin û li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî banga hestiyariyê li civaka Îtalyayê kirin.