BI DÎMEN

Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Elmanyayê piştgiriya da kampanya li dijî îdamê

Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Elmanyayê piştgirî da kampanya KJAR'ê ya li dijî darvekirinên li Îranê.

PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYA LI DIJÎ ÎDAMÊ

Di peyamê de hate gotin, "Bi navê Çep a Destwerdanê em cezayê îdamê bi tundî şermezar dikin ku rejîma Îranê ya dijminê jinê li rojnamevan Pakhshan Azîzî û Sharifeh Mohammedi birî ye. Em dixwazin, cezayê mirinê bê betalkirin.

Em li vê derê piştgiriyê didin şoreşa femînîst a li Îranê û Rojhilat.

Em dibêjin, na ji darvekirinê re!

Erê ji jiyana azad re!

Jin, Jiyan, Azadî!"