Remzî Kartal: Divê partiyên Kurdistanê bibin perçeyekê têkoşînê

Remzî Kartal di Kongreya KNK’ê de axivî û got: “Ji bo dawî li Lozanê bê û pergaleke azad bi cih bibe, gelê me li çar parên Kurdistanê pir têdikoşe. Partiyên Kurdistanî tev divê bibin parçeyekê têkoşînê.“

Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi tevlêbûna bi sedan delegeyan û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê, berdewam e.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di kongreyê de diyar kir ku Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi peyamekê silav li Kongreya KNK’ê kiriye û got ku banga geşkirina têkoşînê li dijî êrîşên hêzên mêtinger ên bi ser Kurdistanê kiriye.

Remzî Kartal ragihand ku di dewama peyamê wiha ye: “Heta hilweşîna pergala mêtinger û statuya Lozanê ku pê Kurd tên înkarkirin, wê têkoşîna me berdewam be. Heta gelê me azad bibe, em hêzên parastina gel, em ê heta bi hetayê têbikoşin.“

GELÊ ME JI BO BIDAWÎBÛNA LOZANÊ PIR TÊDIKOŞE

Piştre Kartal bal kişand bi bir ser wê yekê ku Kongreya KNK’ê di serdmek giring de pêk tê û wiha got: “Em bi êrîşan dikevin sala 2023’yan. Ev sal sala 100’emîn a Lozanê ye. Ji bo dawî li Lozanê bê û pergaleke azad cih bi cih bibe, gelê me li çar parên Kurdistanê pir têdikoşe. Gerîla li Bakurê Kurdistanê pir li ber xwe dide. Gel têdikoşe. Rêber Apo şerekê mezin ê îradeyê dike.“

MIROV BI TÊKOŞÎNA JINÊN KURD KELECANÎ DIBE

Kartal li ser têkoşîna jinên Kurd jî axivî û wiha got: “Şoreşa jinên Kurd pêşengiyê dikin, pêşengiyê ji jinên cîhanê re dike. Ev şoreş li Rojava dest pê kir, li Rojhilat berdewam e. Netewe dewletên herêmê dihejin. Mizgîna xêrê ye û mirov pê kelecanî dibe.“

Hevserokê KONGRA-GEL, rexne li PDK’ê jî kirin ku di şerê dagirkerî û qirkirinê de bi dagirkeran re tevdigere û got ku hemû hewilên Tevgera Azadiyê ya Kurd PDK li dijî berxwedana Kurdan e.