Rapora PE'yê: Tirkiye çavkaniya bêaramiyê ye
Di raporekê de ku pêşkêşî civata giştî ya Parlamenta Ewropayê (PE) hate kirin, Tirkiye weke çavkaniya bêaramiyê hate pênasekirin.
Di raporekê de ku pêşkêşî civata giştî ya Parlamenta Ewropayê (PE) hate kirin, Tirkiye weke çavkaniya bêaramiyê hate pênasekirin.
Li civînên civata giştî ya Parlamenta Ewropayê, 2 raporên li ser polîtîkayên hevpar ên têkildarî karên derve, ewlekarî û parastinê hatin nirxandin.
Yek ji raporan li ser Polîtîkaya Ewlehiya Hevpar û Parastinê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Di raporê de ku endama Koma Lîberal (Renew), parlamentera Fransî Nathalîe Loîseau pêşkêş kir, hate gotin ku Tirkiye 'çavkaniya bêaramiyê' ye.
Li gorî nûçeyan ajansa nûçeyan a Elman Deutsche Welle (DW), Tirkiye ji gelek aliyan ve aramiya Yekîtiya Ewropayê û cîranên xwe têk dibe û gefê li aştî, ewlehî û aramiya herêmî dixwe.
Loîseau 2019'an beriya ku bibe endama Parlamenta Ewropayê, di nava hikumeta Serokkomar Emmanuel Macron de Wezîra Karûbarên Ewropayê bû.
Di rapora endamê Koma Xiristiyanên Demokrat, parlamenterê Elman Davîd McAllîster de, ku li ser heman mijarê hate amadekirin, hate gotin ku perspektîfa endametiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê, li gorî şert û mercên heyî 'dûrî rastiyê' ye.
Di raporê de bi berdewamî hate gotin Tirkiye, ''heke demildest ji vê çûna xirab û bi rengekî hevgir venegere'' ji bo ku muzakereyên tevlêbûnê ya 2005'an were sekinandin divê Komîsyona Ewropayê pêşniyarê bike.
McAllîster got, 'Tirkiye û Yekîtiya Ewropa, divê çarçoweya têkiliyên berdest, kapasîteya kargeriyê û ji bo têkiliyên paşerojê alternatîf û modêlên pêkan ên danûstandinê, bi rengekî rasteqîn û bi diyaloga pêşketî ji nû ve bidin ber çavan."
Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku Tirkiye ji xeta Yekîtiya ya polîtîkaya derve dûr ketiye û bi taybetî işaret bi nakokiyên li Bakurê Derya Spî hate kirin.