Qûrbaniyên komkujiyên meha Kanûnê, li Zurîhê hatin bîranîn

Komkujiyên 19’ê Kanûnê li girtîgehan, 24’ê Kanûnê li Mereşê û 28’ê Kanûnê li Roboskiyê ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatine pêkanîn, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi çalakiyê hat protestokirin.

Çalakî ji aliyê HBDH’ê ve li qada Staûfacherê hat lidarxistin û di şexsê kesên ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin de, deqeyek rêz hat girtin.

Di çalakiyê de li ser navê HBDH’ê axaftin hat kirin û qala komkujiyên 1978 Mereş, 2000 girtîgehan û 2001 Roboskiyê hat kirin.

Di çarçoveya “Çareserî di şoreşê de ye” banga bilindkirina têkoşîna yekgirtî hat kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.