Qurbaniyên Komkujiya Gurgum, Roboskî û Girtîgehan hatin bibîranîn
Li bajarê Ulm û Mannheîm ên Elmanyayê qurbaniyên Komkujiya Gurgum, Roboskî û Girtîgehan hatin bibîranîn.
Li bajarê Ulm û Mannheîm ên Elmanyayê qurbaniyên Komkujiya Gurgum, Roboskî û Girtîgehan hatin bibîranîn.
Hêza Yekbûyî ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB), Navenda Çandê ya Elewî ya Ûlmê û Cemxane (AKM) ya Ûlmê bi hev re merasîma bibîranînê li dar xist. Zêdeyê 100 kesan tevlêbûn. Merasîm bi şiara “Me Komkujiya sala 1978’an Gurgumê, ya 2000’î ya Girtîgehan û Qetlîama Roboskiyê ya sala 2011’an ji bîr nekirin, em ji bîr nakin û nahêlin ji bîr bibe“ li salona AKM’ê hat lidarxistin.
Piştî rêzgirtina ji bo qurbaniyên her sê komkujiyan, li ser Komkujiya Gurgumê, Girtîgehan û Roboskiyê lî sînevîzyonê hat temaşekirin.
Di axavtina li ser navê ADGB’yê hat kirin de bi piranî behsa komkujiyên di girtîgehan de hat kirin. Kesê axivî, wiha got: “19’ê Kanûna sala 2000’î girtiyên şoreşger ku li dijî erîşên qirkirinê di zêdeyê 20 girtîgehan de li ber xwe dan, gule li wan hatin reşandin, bi bombeyên gazê û yên agir û kîmyewiyan hatin şewitandin“ û îşaret pê kir ku şertên di girtîgehan de zehmet in û mafên mirovan tên binpêkirin.
Parlamenterê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku 28’ê Kanûna 2011’an komkujiyeke tirsnak û hovane çêbûye û got ku li herêma Roboskî ya Şirnexê gundiyên ku ji ber xizaniyê hemû temenê wan li ser sînor derbas bûye û nanê xwe ji bazirganiya sînor bi dest xistine, ji aliyê cendirmeyan ve hatine qetilkirin. Sariyildiz îşaret pê kir ku di encama komkujiyê de piraniya wan zarok, 34 gundiyên Kurd ên xizan hatine qetilkirin.
Sariyildiz bi lêv kir ku her sê komkujî û hemû komkujiyên din, çavkaniya xwe ji hişmendiya netewe-dewlet digirin û got ku taybetmendiya wan a hevpar ol û nijadperestî ye û komkujî didomin.
Piştî bernameya hunermend Şenol Akdag, merasîm bi dawî bû.
Di bîranînê de standa agahdarkirinê ya Platforma Dengê Girtiyan (PDG) jî hat danîn.
MANNHEÎM
Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheîm û Federasyona Elewiyên Demokratîk, bi heman wesîleyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Axaftvanan anî ziman ku ji bo bûyerên berê qewimîne ji bîr nebin, organîzayonên bi vî awayî giring in û bal kişand ser êrîşên dagirkerî û qirkiriyê yên dewleta Tirk.