Qurbaniyên êrîşa li dêrê li Swîsreyê hatin bîranîn
Kesên di komkujiya li dêra li Şamê ya meha Hezîranê de, jiyana xwe ji dest dan li Manastira Einsiedeln a Swîsreyê hatin bîranîn.
Kesên di komkujiya li dêra li Şamê ya meha Hezîranê de, jiyana xwe ji dest dan li Manastira Einsiedeln a Swîsreyê hatin bîranîn.
22’yê Hezîranê li paytexta Sûriye Şamê di êrîşa xwekujiyê ya DAÎŞ’ê ya li Dêra Mar Îlyas de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûbûn.
Piştî vê êrîşê bi pêşengiya Yekîtiya Suryanî ya Ewropayê (ESU), li Manastira Einsiedeln a Swîsreyê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîm bi pêxistina findan, rêzgirtin û duayan destpê kir. Li ser navê ESU Lukas Sagur axivî, êrîş bi gotinên tund rexne kir û destnîşan kir ku çalakiyên wiha yên li dijî gelê Suryanî bi rengekî sistematik û bi plan tên kirin ku da gel ji welêt dûr bikin. Sagur diyar kir ku gelê Suryanî daxwaza xwerêvebirinê (xweseriyê) dike.
Berpirsê Manastirê Peder Gerhard jî piştevaniya xwe ya ji bo gelê Suryanî anî ziman.
Horiskopos Kerim Asmar destnîşan kir ku di tevahiya dîrokê de êrîşên li ser Xrîstiyanan dewam kiriye û got, gelê Suryanî wê li ser xaka xwe di nava aştiyê de bijî.
Li ser navê Konseya Neteweyî ya Berthnahrin, Shleymun Rhawi axivî û êrîşa li Mar Îlyas weke parçeyekî dîroka qirkirinê û zilmê ya ku sed sal in li djî gelê Suryanî pêk tê, pênase kir. Rhawi got, “Şehîd yekîtî û têkoşîna gel xurt dikin.”
Merasîm bi îlahiyan bi dawî bû. Şaredarê berê yê Surê Abdullah Demîrbaş jî di nav de, gelek kes tevlî bîranînê bûn.