Qibris nêzî hedefa xwe ya îmzeyê dibe

Îro li standa îmzeyan a li sê bajarên Qibrisê hatibû danîn zêdetirê 5 hezar îmze hatin berhevkirin, li gorî vê yekê hat gotin ku ew nêzîkê hedefa xwe ya 60 hezar îmzeyan dibin.

Xebatên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ya ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên qedexe dewam dikin.

Komîsyona Îmzeyan a di nava parlamentoyê de hat avakirin îro li Lefkosa, Lîmassol û Larnakayê standa îmzeyan danîn.

Li ser eleqeya mezin a gelê Qibrisê û geştiyaran îro bi giştî 5 hezar û 350 îmze hatin berhevkirin.

Berdevkê komîsyonê got ku ew nêzî armanca xwe ya 60 hezar îmzeyan dibin.