Polîsên Elmanyayê girtin ser malên tevgerên derdorparêzan

Polîsên Elmanyayê girtin ser malên tevgera derdorparêz a bi navê ‘Nifşe dawî’ (Letzte Generatîonê).

Dozgeriya Munîhê daxuyaniyek da û diyar kir di çarçoveya lêpirsîna li hemberî 7 kesan de bi gumana ‘binpêkirinên ji aliyê endamên Nifşe Nû’ hatiye kirin, wan girtine ser 15 cihan.

Sûcdariyên wekî ‘ji bo di înternetê de danasînê bikin û çalakiyên îllegal bikin, 1,4 milyon fon kom kirine’ arasteyî 7 endamên tevgerê kirine.

Du endamên tevgerê bi sûcdariya ku di Nîsana 2022’an de  ‘teşebus kirine xeta boriyê ya Trîeste-Ingolstadtê sabote bikin’ tên sûcdarkirin.

Ev tevgera ekolojîst li Elmanyayê tevgerî herî li ber çavan e.

Ev tevger ji bo têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê bide lezandin, di mehên dawîn de gelek çalakiyên bêîteatiya sivîl li dar xist.

Serdegirtin li heft eyaletan pêk hat û hesabên bankayê yê van kesan hate desteserkirin. Li hemberî tevgerê bi sedan prosedurê edlî hatine destpêkirin.

Di demên dawîn de 3,4,5 meh cezayê girtîgehê li  sê çalakvanan hate birîn.