Polîsên Elman: Lutzerath bi tevahî hate valakirin

Polîsên Elman ragihandin, Lutzerath a ku bi rojan e li dijî kanên nû navenda berxwedana hawirdorparêz û çalakgeran e, bi temamî hatiye valakirin.

Piştî ku gundê Lutzerathê yê Eyaleta Ren Vestalya ya Bakur (NRW) pêşkêşî şîrketa enerjiyê ya RWE hate kirin, bi rojan e di rojeva Elmanyayê de ye. Êrîşên polîsan ên hefteya bihurî li gundê ku bi sedan parêzgerên hawirdorê ji bo pêşî li komkujiya xwezayê bigirin kon vedan, ji roja Yekşemê ve gihişt asta dawî.

Piştî pevçûnên bi rojan di navbera polîs û hawirdorparêzan de, ku bendên li derdora kanê ji bo rêgirtina li derbasbûna alavên avahîsaziyê yên şîrketa enerjiyê hate rakirin, polîsên NRW ragihand ku gund bi temamî hatiye valakirin.

Polîsan diyar kir ku, di tunelên madenê de bi tenê çend çalakger xwe vedişêrin û gotin, "Niha li Lutzerathê çalakger tune ne." Polîsan dan zanîn ku, hejmara çalakgerên di rojên dawî de hatine destgîrkirin 154 e û diyar kir ku 70 polîs birîndar bûne û zêdetirî 30 wesayîtên polîsan jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatine rûxandin.

PARTIYA KESK LI PIŞT BIRYARA LUTZERATH E

Bi armanca şermezarkirina êrîşên polîsan û piştgirîkirina berxwedana hawirdorparêzan, roja Şemiyê li Lutzerathê bi beşdariya zêdetirî 30 hezar kesî xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin û li vir jî di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûnên dijwar qewimîn.

Gundê Lutzerath ku bi biryara Eyaleta NRW ku Yekîtiya Demokratên Xiristiyan tevî Partiya Keskan bi rêve dibe, ji sala 2020’an û vir ve ji bo xweza neyê tunekirin, ji aliyê hawirdorparêz û komên çepgir ve tê parastin.

Ji ber biryara ji bo Lutzerathê Partiya Kesk ku di heman demê de hevparê hikûmeta federal e, bû hedefa hawirdorparêzan. Di hefteya derbasbûyî de li gelek bajaran hawirdorparêzan kevir avêtin buro û rêxistinên Partiya Kesk.