Polîsên Elman ciwanên hatin festîvalê destgîr kir

44 ciwanên Kurd ên ji Swîsreyê xwestin tevlî festîvala ciwanan bibin, ji aliyê polîsên Elman ve hatin destgîrkirin.

Ciwanên ku ji bo tevlî “Festîvala Ciwanên Kurdistanê” bibin ya ku li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji aliyê ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn tê lidarxistin, ji Swîsreyê bi rê ketin, ji aliyê polîsên Elman ve hatin astengkirin.

Ciwanên Kurd bi qîrîna dirûşma “Li hemberî qirkirina 100 salê, bi çanda xwe, xwe rêxistin bike” îro ji gelek welatên Ewropayê, ketên rê.

Otobusa ciwanên ji Swîsreyê, piştî ku ji sînor derbas bûn ji aliyê polîsên Elman ve hatin rawestandin. Polîsên ku di otobusê de hemû kes kontrol kirin, piştre 44 ciwan destgîr kirin. Hate diyarkirin ku polîsan li cihê destgîrkirinê, heqaret li ciwanan kirine.

Ciwan niha li midûriyeta polîsan tên ragirtin.

Hate hînbûn ku yek ji wan ciwanan nexweşiya dil pê re heye lê polîsan ew nebirine nexweşxaneyê. Di nava 44 kesên hatine destgîrkirin de zarok jî hene.