Polîsan li Parîsê girtin ser komeleya Kurdan
Polîsên Fransayê girtin ser Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Drancyê.
Polîsên Fransayê girtin ser Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Drancyê.
Hate diyarkirin lêgerîna di nava komeleyê de didome û endamekî Navenda Civakî ya Demokratîk a Drancyê jî li ser rê hatiye destgîrkirin.
Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Drancyê daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ew ê serdegirtinê qebûl nakin û nabe ku polîs bigirin ser navendeke civakî.
Hate diyarkirin lêgerîna di nava lokala komeleyê de didome û bang li Kurdistaniyên li Drancyê hate kirin ku bila xwedî li lokala komeleyê derkevin.