Piştgiriya ji bo çalakiya ‘Ji Tamîlan re Mafê Mirovan‘
Çalakiya "Ji Tamîlan re Mafên Mirovan" ku li 50 bajarên Elmanyayê bi awayekî hemwext hat lidarxistin, li bajarê Krefeldê piştgirî hat dayîn. Di çalakiyê de banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Çalakiya "Ji Tamîlan re Mafên Mirovan" ku li 50 bajarên Elmanyayê bi awayekî hemwext hat lidarxistin, li bajarê Krefeldê piştgirî hat dayîn. Di çalakiyê de banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Çalakiya "Ji Tamîlan re Mafên Mirovan" ku li 50 bajarên Elmanyayê bi awayekî hemwext hat lidarxistin, li bajarê Krefeldê piştgirî hat dayîn. Li ser banga Înîsiyatîfa Dostaniya Kurdan a Elmanyayê, Dîe Lînke, Amnesty International û gelek saziyên din di saet 14.00‘an de li qada Neûmarktê li Krefeldê hatin cem hev. Endamên Înîsiyatîfa Dostaniya Kurd pankarta bi nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi nivîsa "Em naxwazin bibin qurbaniyên nefreteke qirkirinê. Em aştiyê dixwazin" hatin hildan.
Di çalakiyê de banga têkoşîna hevpar hate kirin û ji bo kampanya “Justice for Kurds” (Ji Kurdan re edalet) îmze hatin komkirin.