Pirtûkxaneya gerok gihişt Frankfûrtê

Pirtûkxaneya Gerok a ku tê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê pêşandan, piştî Darmstadtê gihişt Frankfûrtê.

Pirtûkxaneya Rêbertî di 3’ê Nîsanê de ji bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ketibû rê. Di pirtûkxaneyê de tê xwestin pirtûk û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were danasîn. Pirtûkxaneya gerok heta niha çûye bajarên Heîlbronn, Nurnberg, Saarbrucken, Mannheîm û Darmstadtê.

Vê çalakiya bi otobusê tê kirin wê îro li Frankfûrtê ne. Pirtûkxaneya gerok Wê heta saet 18.00’an li qada Haûptwachê be.

Organîzatorên çalakiyê diyar kirin pirtûkxane gihişt rawestgeha xwe ya dawîn lê ew ê çalakiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Elmanyayê bidomîne.