Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Darmstadtê ye

Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan ku paradîgma û şert û mercên tecrîdkirina wî dide nasîn, li bajarê Darmstadt yê Elmanyayê rastî astengiya polîsan hat.

Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan berî sê rojan ji bajarê Stûttgart yê Elmanyayê ketibû rê û bajar bi bajar paradîgma û şert û mercên tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan dide nasîn. Pirtûkxane li bajarê Heîlbronn, Nurnberg, Saarbrücken û Mannheîm jî geriya û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat.

Gera din ya pirtûkxaneyê bajarê Darmstadtê yê Elmanya bû. Pirtûkxaneya Gerok bi wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemildanin.

Pirtûkxaneya Gerok di saet 13:00‘an de gihişt qada Ludwigsplatzê. Lê belê polîsên Elman destûr nedan standa xebatên Abdullah Ocalan bê vekirin. Polîsan weke hincet peyva “Kurdistan” nîşan da.

Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan wê di 22‘ê Nîsanê roja Înê li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê be.