Peyama YNK’ê ji bo yekîtiyê: Em ji bo doza neteweya Kurd bixebitin

YNK’ê diyar kir ku ew bi xebatên sivîl û siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê re piştgir e û got: “Divê em cudahiyên xwe yên piçûk bidin aliyekî û ji bo gihîştina armancên xwe yên mezin bibin yek, ji bo doza neteweya Kurd bixebitin.“

Kongreya Giştî ya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi tevlêbûna bi sedan delege û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê, li Holandayê berdewam e.  Di kongreyê de peyamên hêzên siyasî tên pêşkêşkirin.

Peyama Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji aliyê Endamê KNK’ê Salar Mehmûd ve hate pêşkêş kirin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Niha ku cîhan û Kurdistan ber bi qonaxeke nû ve gav diavêje, derfet û astengiyên zêde di vê rêyê de ne, di vê dema dijwar de, weke partiyeke nîştimanî piştgiriya xwe ya ji bo xebata siyasî û medenî ya hemû parçeyên Kurdistanê dubare dikin. Piştgiriya têkoşîna siyasî û neteweyî ya gelê xwe ya li hemû beşan dikin, di heman demê de destwerdana li karûbar û awayê karkirina ji bo wan dihêlin, destwerdanê red dikin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) rola KNK’ê ya di karê bi hev re hêja dibîne. Em ê li ser rêbaza yekîtiya neteweyî û avakirina têkoşîna hevpar a xebata ji bo gihîştina armanc a bilind a gelê me, piştgiriya wê bikin.

Ji aliyê din ve, destdirêjiya berdewam a dewleta Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên bêsûc mehkûm dikin. Daxwazê ji hikûmeta Iraq û civaka navneteweyî dikin ku van binpêkirinên berdewam ên dewleta Tirk rawestînin û serweriya Iraqê biparêzin. Nakokiyan xwe yên biçûk bidin aliyekê û li ser armancên pîroz ku em hemû li vir kom kirine, hemfikir bin. Xebatê ji bo doza neteweyî ya Kurd bikin, heta ku gelê me bi serfirazî weke gelên din ên herêmê bijî.”