PENa Kurd xelata rûmetê da 4 rewşenbîr û nivîskaran

Navenda PENa Kurd bi civateke rewşenbîrî li pirtûkxaneya Kurdî ya li bajarê Stockholmê xelata rûmetê da çar rewşenbîr û kedkarên wêjeya Kurdî ku du kes ji wan bi eslê xwe biyanî ne.

Li paytexta Swêd Stockholmê, li Pirtûkxaneya Kurdî roja Şemiyê kombûneke taybet hebû. Komek ji rewşenbîr, dildarên wêje û helbesta Kurdî, nivîskar û helbestvan ji bo dabeşkirina xelata rûmetê li çar kesan, li hev kom bûn û xelat belav kirin.

Di kombûnê de destpêkê Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan vekirinê kir û got: "Armanca me ew e ku em rêzê ji wan kesan re bigirin ku li çand û wêjeya Kurdî  xwedî derketine. Kesên navborî di nava xebatên wêjeya Kurdî de xwedî  kedeke mezin û nirxdarin. Bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pir kar kirine . Heta bi roja îro jî her du kesên biyanî jî xwedî erkên watedar in. Her wiha ji bo ku di navbera nivîskarên Kurd û biyanî de pireke hevgirtinê ava bike û bîne gel hev." 

Piştre her du rewşenbîr û nivîskarên biyanî ku di nava civata rewşenbîrî û wêjenasên zimanê Kurdî de têne naskirin Eugene Schoulgin (81-Norwêjî-nivskar,arkolog, çalakgerê azadiya ramanê) û Terry Carlbom (85-Înglîz-pisporê zanista siyasî), her wiha rewşenbîr, nivîskar û helbestvan Refîq Sabir (Ji başûrê Kurdistanê) û Mihemed Emîn Bozarslan hatin xelat kirin. Her du xelatgirên rûmetê derketin pêşberî beşdaran, beriya ku dest bi axaftinên xwe bikin, li ser jiyan û xebatên wan bi awayeke berfireh agahî hatin dayîn. Her du xelatgiran jî kefxweşiya xwe ji bo wergirtina xelata rûmetê diyar kirin û li ser rewş û girîngiya ziman nêrînên xwe anîn ziman.

Eugene Schoulgin û Terry Carlbom ku salên dirêjin di nava xebatên saziya PENa Kurd de cih digrin, bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pir xebatên mezin kirine, heya bi roja îro jî her du kesên biyanî jî xwedî erkên watedarin. Piştî hin pirs û bersivan xelatên xwe yên rûmetê ji hêla endamên PENa Kurd wergirtin. 

Di dewama bernameyê de Bêrîvan Doskî li ser xebatên girîng ên PENa Kurd şîrove axaftin kir û li ser girîngiya saziyeke bi vî avayî nêrînên xwe anîn ziman. Di dewamî de li ser jiyan, kar û xebatên rewşenbîr û helbestvanê navdar ê Kurd Refîq Sabir ji beşdaran re agehî hate dayîn û paşê nêrînên xwe anîn ziman. Refîq Sabir got: "Lazime her kes bizanibe, eger zimanê me yê Kurdî têk biçe, tu ferqa me ji Fars, Ereb, Tirk an biyaniyek namîne. Ji ber ku ziman, hebûna me ye. Helbest me bi hezkirin, xweşikî, bedewbûn û me fêrî xweşî û jiyanê dike."

Piştî axaftina Refîq Sabir, wî jî xelata xwe ya rûmetê ji dest nûnerên saziya PENa Kurd wergirt û got: "Dayîna xelateke wisa ji bo min şanazî ye û ev xelat ji bo nirxdayîna wêjeya Kurdî pir watedar dibînim. Bi dewamî Mihemed Emîn Bozarslan jî ku ew bi xwe ne amadebû, xelata wî dan kesê ku nûnertiya wî dikir."

Piştî axaftin û xelat belavkirinê, gelek helbestvan û dildarên wêjeya Kurdî helbest xwend û bi gotina çend stranên gelêrî, merasîm bi dawî bû.