Parlementerên Îskoç name ji nûnertiya DYE re şandin
30 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk name ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin.
30 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk name ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin.
34 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê nameyeke hevpar ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin.
Parlementerên Îskoç diyar kirin ku Kurdan ne bi tenê bi milyonan kes ji êrîşan parastine, di heman demê de rêveberiyeke demokratîk jî ava kirine.
Parlementeran dagirkeriya li ser Efrînê ya di sala 2018’an de ‘paqijiya etnîkî’ bi bîr xistin û gotin “Em ê destûrê nedin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt were serê 2 milyon kesan.”
Parlementeran xwestin ev name ji hikumeta Emerîkayê re jî were şandin û ji bo biryara Trûmp jî gotin “Divê were betalkirin û li hemberî Tirkiyeyê tevdîrên xurt werin stendin.”