Parlamenterên Fransî dewleta Tirk protesto kir
24 senatorên senatoya Fransayê, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên kîmyewî yên li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanî bi dowîzan çalakî li dar xist.
24 senatorên senatoya Fransayê, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên kîmyewî yên li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanî bi dowîzan çalakî li dar xist.
Li Senatoya Fransayê, parlamenterên ji komên siyasî yên cuda hatin ba hev, ji bo Kurdan çalakî li dar xist. 24 parlamenter tev li çalakiyê bûn. Parlamenteran bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê, banga avakirina şandeyeke navneteweyî kir.
Parlamenteran, dowîzên li ser “Çekên kîmyewî; Bi lez û bez dest bi vekolînê bikin“, “Erdogan rawestîne“, “Aştî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re“ û “Piştevanî bi gelê Kurd re“ nivîsandî, hildan û polîtîkaya şer a dewleta Tirk a bi ser Kurdan protesto kir.
Roja 1’ê Kanûnê jî çar senatorên ji komên siyasî yên cuda li Senatoya Fransayê, daxuyanî da çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û bang li Fransayê kir ku nehêle dewleta Tirk tevgereke dagirkeriyê bike. Di heman daxuyaniya çapemeniyê de senatoran da xuyakirin ku ew ê meha Çile şandeyekê bişînin herêmê.
Meha Tîrmehê jî bi pêşengiya Senator Laûrence Cohen ji bo qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê qedexekirin, bi îmzeyên 102 senatoran metnekê bangawaziyê weşand.