Parlamentera PE'yê Alev êrîşa ser Mexmûrê şermezar kir
Parlamentera Partiya Çepgir a PE'yê Ozlem Alev êrîşa terorîstî ya Tirk a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê şermezar kir.
Parlamentera Partiya Çepgir a PE'yê Ozlem Alev êrîşa terorîstî ya Tirk a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê şermezar kir.
Çarşemba bihurî dewleta Tirk bi SÎHA'yan êrîşeke terorîstî anîbû ser Mexmûrê û 3 jin bi encama vê êrîşê şehîd bûbûn.
Endama Parlamentoya Ewropayê, ya ji Partya Çepgir Ozlem Alev Demîrel ev êrîş şermezar kir û got êrîşa dewleta Tirk a li ser mexmûrê binpêikrina yasayên navnetewî ye.
Demîrel got,''Vê bûyerê nîşan daye ku rejîma Erdogan hiqûqa navnetewî nas nake û hê jî hewl dide geşedanên taloke yên li herêmê tev bide.''
Li ser şehîdbûna sê jinên Mexmûrê jî got, ''Qetilkirina jinan bûyereke pir hêwilnak e.''
Demîrel herî dawî got êrîşa Tirk li nav sînorên wî welatî bûye ku YE û NATO lê peywirê dike û ji bo ku dawî li van êrîşan were got divê NATO dengê xwe li Tirkiyê bike.