Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de Cejna Remezanê di serî de li gelê Kurd û hemû gelên alema Îslamê pîroz kir û wiha hat gotin, “Heviya me ji Rehman ew e ku ji bo xatirê cejna Remezana pîroz ji asîmana tîrêjen nûra xwe ji bo aştiyê û azadiye li rûyê erdê belav bike û gelên Misilman û hemû gelên cîhanê bi adalet û mezinbûna xwe bihesînê.
Remezan mehekî piroze, di vî mehêda Xwedayê Rehman Quran a pîroz şandiyê rûyê erdê ji bo adalet û wekhevî û aştiye û ji bo însaniyetê ji koletiya zaliman, dîktatoran û dînfiroşan azat bike. Mixabin îsal meha Remezanê bi xemgînî û kederê derbas bû. Li Rojhilata Navîn û li gelek deverên din ên cîhanê şer, êş û wêrankariyên mezin hatin kirin.
Bi taybetî gelê Kurd, ji aliyê dewletên dagirker ve, ji ber înkara daxwaza statû, axa û jiyana azad û bi rûmet a gelê Kurd û ji bo berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê, bi zordestî, zulm û êrîşan re rû bi rû ma. Di vê meha pîroz de, maseyên iftarê bi hêsirên çavan, amadekariyên cejnê jî bi xem û windahiyan tarî bûn.
Li Îranê li herêmên Kurdan îdam û zordestî, li Tirkiyeyê êrîşên li ser mafên ziman û çandê, li Rojavayê jî hem destwerdanên derve hem jî aloziyên hundir gelê xwe diêşîne û zehmet dike.
Mixabin hesabên emperyal, têkoşînên hêzên herêmî û birînên kevin, meha Remezanê ya ku diviyabû meha rehmet û bereketê be, bi xwîn û hêsiran leke kirin.
Lê dîsa jî ruhê hevgirtinê, dengê mirovên xwedî wijdan û duayên me namirin. Em dua bikin û helwesta xwe li dijê zilmê rava bindin ku zilma zaliman biqede, hêsirên mazlûman rawestin, aşitî û edalet serdest bibe.
Hêvî dikim ku di pêvajoya pêş de şer bi dawî bibin, sivîl nefesê bistînin û cejn bi rastî wekî cejn bên jiyîn. Xwedê alîkarê mazlûman be. Zaliman nehiştin îsal jî Remezan bi rûhekî germ û aştî derbaz be. Di vî roja pîroz de hêviya me ji Xwedê gelê Kurd ji zilma degirkeran bi parêzê.
Hêvîdarim xwedayê Rehman ji bo xatirê kesê kû bi ruhekî aştî Rojî girtine, vê salê ji bo alema Îslamê û hemû gelên cîhanê bike wesîla aştiyê.
Daxwaziya me ji Xwedayê dilovan cejna Remezana pîroz ji bo gelê Kurd bibe wesîla biratiyê û yekîtiya neteweyî.
Hêvîdarim Cejna Remezanê bibe wesîleya edalet, wekhevî, aştî, biratî û aramiyê û bi van hestan cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz dikim.”