Olof Palme li ser gora xwe hat bîranîn
Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê ku di 28’ê Sibata 1986’an de li Stockholmê hatibû kuştin ji aliyê Kurdan û Swêdiyan li ser gora xwe hate bibîranîn.
Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê ku di 28’ê Sibata 1986’an de li Stockholmê hatibû kuştin ji aliyê Kurdan û Swêdiyan li ser gora xwe hate bibîranîn.
Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê ku di 28’ê Sibata 1986’an de li Stockholmê hatibû kuştin, li ser gora xwe ya li Goristana Kilîseya Adolf Fredriks hate bibîranîn. Di bîranînê de qûrnefîl danîn li ser gora wî û rêz hate girtin.
Di bîranînê de siyasetmedar Thomas Hammarberg axivî. Hammarberg anî ziman ku Palme siyasetmedarek mezin û dostê gelên bindest bû.
Piştre Perlementerê Partiya Sosyaldemokrat Kadir Kasirga jî axaftinek kir û got:“Palme siyasetmedareke pir mezin û navdar bû. Hem di nava raya giştî û hem jî di nava civaka Swêdê de pir baş dihate naskirin û pir dihat heskirin. Timî li dijî dîgdator û zalamin xwedî helwestekî zelal bû.
Berdevkê karê derve yê NCDK'ê Ridvan Altûn jî axivî û got:“Em hêvî dikin ku dewleta Swêd li ser şopa Olof Palme bimeşe û li dijî zilmê cihê xwe ligel mezlûman bigre.“