Nurî Malikî: Wê textê zaliman biheje

Serokê Hevpeymana Dewlet Yasa Nûrî Malikî gefa tolhildanê ya ji ber kuştina Lîdarê Olî yê Îranê Elî Xamineyî da û êriş weke sûceke siyasî binav kir û got: “Benda bersivek bin ku wê textê we bihejîne.”

Malikî têkildarî kuştina Lîderê Olî yê Îranê Elî Xamineyî peyamek da û got: “Armanckirina Serokê Mezin ji derveyî sûcekî siyasî, dijminahiyeke eşkere ya li ser Îslamê û sembolên wê ne.”

Nûrî Malikî destnîşan kir ku divê sûcdarên berpirsiyariya vê sûcê siyasî û exlaqî li ser stûyê xwe bigirin û got: “Helwest û aciziya girseyî wisa zû bi zû aram nabe.”

Herî dawî Nûrî Malikî gefa tolhilînê da û got: “Alîgirên me wisa rê nadin ev sûcê dij mirovî bê bersiv bimîne. Bersiveke wisa emê bidin textê zaliman biheje.”