Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê bang kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê diyar kir  divê Kurd nakokiyên nava xwe deynin aliyekî û bibin yek. Nûnertiyê bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê jî kir ku dakevin qadan.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên barbarî yên dewleta Tirk a dagirker ku gelek komkujî li sivîlan kir û warê pîroz ên gel xera kir hatin bibîrxistin.

'HERÎ KÊM 200 SIVÎL ŞEHÎD BÛN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê penaber jî di nav de bi milyonan mirov hene û got, "Ji ber êrîşên barbar ên dewleta Tirk a dagirker 200 sivîl şehîd bûn û bi sedan sivîl birîndar bûn. Tevî vê yekê ji ber êrîşên hovane bi hezaran mirov jî neçar man ku malên xwe biterikînin."

'DIVÊ EM NAKOKIYÊN XWE DEYNIN ALIYEKÎ Û BIBIN YEK'

Nûnertiya Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hovane êrîşî dike û hate gotin, "Êrîşên dagirkeriyê ku piştî bidawîkirina DAÎŞ'ê ya li qadê destpê kirin, ji bo wê yekê ye ku dewleta Tirk xeyala xwe ya Osmanî dagirkeriyê pêk bîne û demografiya herêmê biguherîne. Wezîfeya me hemûyane ku di vê pêvajoya metirsîdar û hesas de her kes wezîfeyên xwe pêk bînin. Divê hemû partî, sazî û rêxistin nakokiyên navbera xwe deynin aliyekî û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek, ku ev yek bi berjewendiya gelane."

Di vê çarçoveyê de bi navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li gelê xwe dikin ku bi QSD'ê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Em bang dikin ku li her bajarekî Ewropayê meş û çalakî bên kirin."