Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 683’an de didome
Nobeta Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasbourgê hatiye destpêkirin, di hefteya 683’an de didome.
Nobeta Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasbourgê hatiye destpêkirin, di hefteya 683’an de didome.
Nobeta Azadiyê ya ku 13 sal in bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasbourg a Fransayê bêyî navber tê lidarxistin, di hefteya 683'an de didome. Ahmet Nusret, Sinan Aktar û Duzgun Islak ên ku ji Den Haag a Hollanda hatibûn, nobeta vê hefteyê ji jinên navneteweyî yên ku Kampanyaya "Women Defend Rojava" dimeşînin dewr girtin.
Ahmet Nusret li ser navê komê axivî û diyar kir ku ew ji paradîgmaya nû ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin hêzê digirin. Nusret bang li saziyên wekî Parlamentoya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Navneteweyî kir û got: "Dîlgirtina Rêbertî dîlgirtina me hemûyan e. Rêbertî îradeya me ye; em daxwaza berdana îradeya xwe dikin."
Nusret anî ziman ku paradigmayeke nû pêş dikeve, çek hatin danîn.” Nusret gotina Rêber Apo ya di hevpeyivîneke sala 1988’an de, “Ez ji hêza polîtîkayê bawer dikim” bi bîr xist û diyar kir ku îro jî baweriya xwe ya bi hêza gel û siyasetê diparêze.