‘Nobeta Azadiyê’ ya li Strasboûrgê 503 hefte li pey xwe hişt
Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di heftiya xwe ya 503’an de bi komekî nû didome.
Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di heftiya xwe ya 503’an de bi komekî nû didome.
Nobeta Azadiyê ya ku Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir û di hefteya 503’an de ji aliyê komek ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ve devr hate girtin.
Di koma nû de Şefket Çelîk, Bozan Omerlî û Revşan Bagok cih girtin.
Li ser navê komê Şefket Çelîk axivî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal berê bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin û got, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê ev nobeta bidome."
Çalakiya nobetê ya ku 10 sal in li Strasboûrgê dewam dike, hefteyê 7 roj di navbera saet 07:30-16.30’an de didome.