Nobeta Azadiyê: Dermanê komployê xwebirêxistinkirin e

Di hefteya 546’emîn de endamên NCDK’ê ya Saarbruckenê Nobeta Azadiyê dewir girt. Berdevkê komê Agirman got: “Dermanê komployê xwebirêxistinkirin e. Em xwe çiqas mezin bikin, çiqas pir bi rêxistin bibin em ê ewqas bikarin xwedî li Rêbertî derkevin.”

Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li bajarê Strasbourg ê Fransayê di hefteya 546'an de didome.

Çalakiya nobetê ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê tê zanîn, vê hefteyê ji aliyê komeke li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ku ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hat ve dewir hat girtin. Hamît Agirman, Bariş Aydogan û Fahrettîn Bozkûrt di nav komê de ne.

Hamît Agirman ku li ser navê komê axivî, diyar kir ku ew li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Agirman îşaret pê kir ku ew ê bi baweriyeke xurt li Nobeta Azadiyê dewam bikin û destnîşan kir ku rêya pûçkirina komployê, zêdekirina birêxistinbûnê ye.

‘DERMANÊ KOMPLOYÊ BIRÊXISTINBÛN E‘

Agirman anî ziman ku gelê ne birêxistinbûyî wê hevrûyê tunebûnê bibe û got “Em kesên ku her hefte li vir nobetê digirin re dibêjin; dijmin wê tu carê negihîje armanca xwe. Em ê her tim bi bawerî û sebreke zêde, tevbigerin. Tiştê esas ê ji bo me, wê ne bi tenê şermezarkirin be, ji vir û şûn de divê em bikevin hewila birêxistinbûnê.  Dermanê komployê, birêxistinbûn e. Em xwe çiqas mezin bikin, em çiqas pir birêxistin bibin em ê ew qas bikarin xwedî li Rêbertî derkevin û bersiva dijmin bidin. Em dikarin vê birêxistinbûnê bi ser bixin. Dijminê me piralî tevdigere; em ê li dijî vê yekê car din xwe mezin bikin, zêdetir xwe amade bikin û tevbigerin. Em ê bêyî rêxistinê, nekevin hewila tu tiştî. Gelê ku ne birêxistinbûyî be, hevrûyê tunebûnê ye. Ji bo me tiştê pêwîst birêxistinbûn û birêxistinkirin e.“