'Nobeda Azadiyê' bi endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya KCDK-E'yê dewam dike

Nobeda Azadiyê ku 10 sal in li qadeke navbera saziyên Ewropayê de tê lidarxistin, vê hefteyê bi endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya KCDK-E'yê dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, kete hefteya 497'an.

Çalakî li qadeke li pêşberî saziyên Ewropayê pêk tê û her hefte ji aliyê komeke cuda ya ji Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin. Nobedarên vê hefteyê jî ji koma ji endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya KCDK-E'yê ye.

Kom ji Asmîn Engîn, Tûran Aydin, Dennîs Storz û Eren Çelîk pêk tê.

Asmîn Engîn bi navê komê axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên êşkenceyê de tê hiştin.

Asmîn Engîn ragihand ku ji roja destpêkê ya komploya navneteweyî û vir ve êşkence û tecrîda li ser Ocalan tevî dewletên Ewropayê yên hevparê komployê tên meşandin û destnîşan kir ku li dijî vê yekê çalakiya Nobeda Azadiyê di asta dîrokî de girîng e.

Asmîn Engîn diyar kir ku gelê Kurd bi rêya vê çalakiyê hem hevparê komploya navneteweyî teşhîr dikin, hem jî durûtiya van welatên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê nîşan didin, radixe pêş çavan. Asmîn Engîn got, "Eger Ewropa azadî û mafên mirovan ji xwe re dike esas divê tavilê gavê biavêje, tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bike, bi vî rengî wezîfeya xwe ya li pêşberî mirovahiyê û gelê Kurd bi cih bîne."

Asmîn Engîn got, "Divê gelê me yê li Ewropayê hîn bi xurtî xwedî li çalakiyê derkeve" û ji bo serxistina çalakiyê bang kir.