Nivîskar û zimanzanê Kurd Bozarslan koça dawî kir

Nivîskar Mehmet Emîn Bozarslan ku bi xebatên xwe yên li ser ziman, wêje û dîroka Kurdî dihat nasîn, di 90 saliya xwe de li Swêdê koça dawî kir.

Nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan, li bajarê Uppsalaya Swêdê ku 45 sal bûn li wir di sirgûnê de dijî, çû ser dilovaniya xwe.

Nûçeya mirina Mehmet Emîn Bozarslan, ku bavê akademisyen Hamit Bozarslan e, li ser navê malbatê ji aliyê Aycan Şermin Bozarslan ve hat ragihandin. Li gorî wesiyeta Bozarslan, merasîma definkirinê di nav malbatê de hat encamdan. Malbatê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê sersaxî di 11'ê Sibatê de di navbera saet 13.00 û 16.00'an de li Stabby Prästgård Staby backe 1, Uppsala ya bajarê Uppsalayê werin qebûlkirin.

Mehmet Emîn Bozarslan bi xebatên xwe yên li ser alfabeya Kurdî, ferheng û wergerên xwe, di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de roleke girîng lîst û zêdetirî 50 berhemî li pey xwe hişt.

MEHMET EMÎN BOZARSLAN KÎ YE?

Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1934'an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Ew bi perwerdehiya medreseyê ya klasîk mezin bû. Tirkî û xwendin-nivîsandinê bi hewildanên xwe hîn bû û di sala 1956'an de bi ezmûnên ji derve bû miftî. Lê ji ber berhemên xwe yên rexneyî, du caran ji erka miftîtiyê hate dûrxistin.

Bozarslan di sala 1968'an de bi weşandina pirtûka "Alfabê" ango Alfabeya Kurdî di dîroka Tirkiyeya modern de gava yekem avêt. Lê ev berhem di roja ku derket de hat komkirin û Bozarslan bi sûcdariya "cudaxwaziyê" hat girtin. Piştî muxtiraya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê careke din hat girtin û heta sala 1974an di girtîgehê de ma. Di sala 1979'an de derbasî Swêdê bû û li wir bi cih bû.

Bozarslan di salên sirgûnê de bi rêya Weşanxaneya Deng, berhemên bingehîn ên wêjeya Kurdî veguhastin tîpên Latînî û ew ji windabûnê rizgar kirin.

BERHEMÊN WÎ

Xebatên Ziman û Ferheng:

  • Alfabê (1968): Yekem alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî ku li Tirkiyeyê hat çapkirin.
  • Ferhenga Kurdî-Tirkî (1978): Di qada xwe de yek ji çavkaniyên herî berfireh e.

Lêkolînên Siyasî û Civakî:

  • Pirsgirêkên Rojhilat - 1966): Xebateke dîrokî ku bi daneyên îstatîstîkî aborî û civakiya herêmê dinirxîne.
  • Ji Aliyê Îslamiyetê ve Şêxîtî û Axatî - 1964: Rexneya avaniyên olî û feodal.
  • Pirsgirêka Xîlafet û Ummetîtiyê - 1967.

Wergerên Klasîk û Edîtorî  (Veguhestina tîpên Latînî):

  • Mem û Zîn: Berhema nemir a Ehmedê Xanî wergerand Tirkî.
  • Şerefname: Wergera berhema Şerefxanê Bedlîsî ya li ser dîroka Kurdan.
  • Kovara Jîn û Rojnameya Kurdistan: Weşanên pêşîn ên Kurdî yên serdema Osmanî ji tîpên Erebî veguhastin tîpên Latînî û di 5 cîldan de weşandin.
  • Dîroka Kurdên Merwanî: Wergera ji Îbnul-Ezraq.

Wêjeya Zarokan û Folklora Kurdî (Çîrok û Henek):

  • Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk.
  • Melayê Meşhûr: Berhevoka henekên Kurdî.
  • Kemal Paşa Weledê Kê Ye?: Rexne û mijarên siyasî.