'Newroza Frankfurtê wê bi daxwaza yekîtiya neteweyî û statuyê bê pêşwazîkirin'

Hevserokên KON-MED'ê Emîne Rûken Akça û Kerem Gok ji bo Newroza navendî yıa 21'ê Adarê ya li Frankfurtê banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku Newroza îsal wê bi daxwaza yekîtiya neteweyî û statuyê bê pêşwazîkirin.

Li Elmanyayê navnîşana navendî ya pîrozbahiyên Newrozê wê Rebstockpark a Frankfurtê be. Beriya pîrozbahiyê ku wê 21'ê Adarê bê lidarxistin, amadekarî dewam dikin. Hevserokên KON-MED'ê Kerem Gok û Emîne Rûken Akça li ser bernameya pîrozbahiyê û beşdaran axivîn.

Kerem Gok anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku ev yek nîşaneya hêvî û azadiyê ye. Gok ragihand ku gelê Kurd sedan sal in li hemberî bêstatubûn, bêedaletî û dagirkeriyê daxwazên xwe di Newrozê de tîne ziman û diyar kir ku têkoşîna ji bo jiyana azad û Newroz ji hev cuda nikare bê dîtin.

Gok got, di salên dawî de gelê Kurd bûye xwedî hişmendiyeke xurt a neteweyî û êdî xwe li bêstatubûnê ranagire. Gok destnîşan kir ku li hemberî êrişên li ser Rojava Kurdan li çar parçeyan bi dirûşma 'Gelê Kurd yek e' sekna yekîtiyê nîşan da û vê rewşê wateya Newrozê hîn mezin kiriye.

Hevserokê KON-MED'ê anî ziman ku îsal li qadên Newrozê wê daxwaza statuyê ji bo Rojava û Rojhilat derkeve pêş û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê yek ji daxwazên bingehîn be.

Emîne Rûken Akça jî işaret bi berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê kir û ragihand ku di Newroza îsal de ev berxwedan wê bê silavkirin û daxwaza yekîtiya neteweyî bi rengê herî xurt bê bilêvkirin.

Emîne Rûken Akça destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî wezîfeyeke dîrokî ye û got, di vê Newrozê de gel wê hîn bi xurtî xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve û daxwaza statuyê bigihêje raya giştî ya navneteweyî.

Gok bi bîr xist ku Newroza îsal bi rêxistin û partiyên cuda tê birêxistinkirin û çalakî wê bi naveroka azadî û yekîtiyê pêk were.

Rûken Akça ragihand ku li tevahiya Elmanyayê zêdeyî 100 otobus hatin amadekirin û bi hezaran kes jî wê bi wesayitên xwe û trenê bên Frankfurtê. Akça diyar kir ku ew li benda tevlîbûneke di ser deh hezaran mirovî re ne.

Kerem Gok got, li gel Fermandara Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn, ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nûnerên siyasî û ji Elmanyayê wê siyasetmedar beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Hevserokên KON-MED'ê bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê kirin ku bi kincên xwe yên Kurdî tevlî pîrozbahiya li Frankfurtê bibin û nîşan bidin ku gelê Kurd êdî jiyaneke bêstatu qebûl nake.