BI DÎMEN

Newroz li Viyanayê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin

Parlamenter Omer Ocalan di pîrozbahiya Newrozê de diyar kir ku Kurdistaniyên li Ewropayê divê "Weke dîplomatekî" qada têkoşîna gelê Kurd bikin û got, ew ê ti çareseriya ku nasname, ziman û çanda Kurdan nas neke, qebûl nekin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Kurdistnaî û dostên wan bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî pîroz kirin.

Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêber Apo, alên PJAK, PYD, YPG, YPJ, HPG û TJK-E'yê hate xemilandin. Pankarta bi nivîsa "Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk" li ser dikê hate daliqandin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre Hevserokên Civaka Azad Dîlek Karaman û Zulkuf Karatekîn axivîn.

Hevserokan gotin, "Em îro ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê li hev kom bûn. Newroz azadî, aştî, demokrasî, xwişk-biratî û yekîtiya gelê Kurd e. Ji Kawayê Hesinkar heta bi Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiye, Ronahî û Bêrîvanan, ji berxwedêrên li dijî faşîzmê re silav be."

Piştre Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî, Newroz li Kurdistaniyên li Viyana û Awûstûryayê pîroz kir û qala wateya berxwedan û azadiyê ya Newrozê ji bo gelê Kurd kir.

Ocalan her wiha nirxandinên Rêber Apo yên li ser Kurdên li Ewropayê yên hevdîtina dawî ragihand û silavên taybet ên Rêber Apo ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê pêşkêş kir.

Ocalan diyar kir ku Rêber Apo gotiye, divê her Kurdên li Ewropayê weke dîplomatekî tevbigere, pirsgirêkên Kurdan bînin ziman û Kurdistanê bidin naskirin. Ocalan ragihand ku Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd di nava hewldan û çareseriyê de ye, ji bo gelê Kurd careke din li komkujiyan rast neyê dixebite, ti çareseriyên ku nasname, ziman û çanda Kurdan nas nakin qebûl nake û ferasetên asîmîlasyon, înkar û tinehesibandinê red dike.

Di dema axaftinê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Ji KPO'yê Barbara Urbanic jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bû û anî ziman ku ew bawer dikin, jiyaneke azad û bi rûmet pêkan e, weke KPO bi tevgera Kurd re ne û ji bo avakirina civakeke nû ya di nava aştiyê de hewl bidin.

Di pîrozbahiya Newrozê de sînevîzyonek hate nîşandan û gelek hunermendan hunera xwe pêşkêş kirin.