Newroz li Madridê hat pîrozkirin
Bi boneya cejna Kurdan Newrozê pîrozbahiyek Madrida paytexta Spanyayê hat lidarxistin.
Bi boneya cejna Kurdan Newrozê pîrozbahiyek Madrida paytexta Spanyayê hat lidarxistin.
Li Madrîda paytexta Spanyayayê bi boneya Newrozê pîrozbahî hate lidarxistin.
Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komîteya madekar Murat Batman axivî û behsa Newrozê û nirxandina pêvajoyê kir. Piştra rêvebirê karê derve yê PYD Fuad Omer jî axivî û pêvajoya niha nirxand.
Piştre bi stranên Agrîn Azad, mûzîk û dîlana Kurdî pîrozbahî bi coşek mezin dewam kir.