NCDK'ê alîkarî da Nexweşxaneya Gonesseyê
NCDK'ê bersiv da daxwaza Nexweşaneya Gonesse ya ji bo maskeyan û ji bo nexweşxaneyê xwarin amade kir.
NCDK'ê bersiv da daxwaza Nexweşaneya Gonesse ya ji bo maskeyan û ji bo nexweşxaneyê xwarin amade kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li banliyoya Vîllîers-le-Bel a li paytexta Fransa Parîsê, ji ber pandemiya vîrûsa koronayê bersiv da daxwaza maske ya Nexweşaneya Gonesse (Centre Hospîtalîer de Gonesse). Navendê her wiha ji bo 200 kesî xwarin ji nexweşxaneyê re amade kir.
Rayedarên nexweşxaneyê jî spasiya NCDK'ê kirin.
'PIŞTGIRIYA ME YA CIVAKÎ WÊ BIDOME'
Hevserokê NCDK a Vîllîers-le-Belê Mûrat Varli got, "Bi navê navenda xwe ya civakî em kedkarên tenduristiyê hemûya silav dikin ku li dijî şewba Covîd-19 bi şev û roj dixebitin û hewl didin jiyana mirovan rizgar bikin. Em ji dil piştgiriya vê hewldana wan dikin û em ê timî bi wan re bin."
Varlid estnîşan kir ku wê karê xwe yê ji bo piştevaniya civakî bidomînin.