NAV-YÊK’ê Encamnameya 4. Kongreya xwe ragihand
Di encamnameya 4. Kongreya NAV-YÊK’ê de peyamên girîng yên xurtkirina têkoşînê û xwe rêxstinkirina civaka Êzidî hatin dayin.
Di encamnameya 4. Kongreya NAV-YÊK’ê de peyamên girîng yên xurtkirina têkoşînê û xwe rêxstinkirina civaka Êzidî hatin dayin.
Kongreya 4'emîn a Navenda Mal û Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK) li Mala Êzîdiyan ya li bajarê
Celle yê Elmanyayê pêk hat. Kongre bi beşdariya nezî 250 delege û mêvanan pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Êzidxanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê,
dîwan hate hilbijartin û Hevseroka Mala Êzîdiyan a Celle Xate û Hevserokê NAV-YÊK Hecî Celik
bi xêrhatina beşdaran kirin.
Di kongreyê de rapora NAV-YÊK’ê ya li ser rewşa siyasî û xebatên 2 salên dawî hatinî kirin, hate
xwendin.
Di raporê de hate bibîrxistin ku bi deh hezaran Êzidî piştî fermana li Şengalê li cîhanê belav bûne û
hate destnîşankirin ku bi vê siyaseta qirkirinê re ne tenê civakek, olek û çandek her wiha mîrateyeke
mirovahiyê jî tê tunekirin.
NAV-YÊK'ê bal kişand ser nêzî 200 hezar Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê ku weke êsîran ji
aliyê PDK'ê ve têne girtin û planên li ser Şengalê têne kirin bi bîr xist.
Bi taybetî Peymana 9'ê Cotmehê ya navbera PDK û hikumeta Kazimî li ser Şengalê hate
amadekirin, hate bibîrxistin û hate gotin ku ev peyman bi koordîneya dewleta Tirk tê meşandin.
Di dewama raporê de saziyên rêveberî, parastin û xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser a Şengalê
weke destketiyên girîng ên civaka Êzidî hatin pênasekirin û işaret bi girîngiya parastina van
destketiyan hate kirin.
Piştî xwendin û nirxandina rapora NAV-YÊK'ê ku bi dehan peyamên sazî û rêxistin û mevanên teybet
wek Rêveberiya Miclîsa Xweser a Şengalê (RMXŞ), PADÊ, SMJÊ, MŞD, HCÊ, SMGÊ, NCÊ, YÊS, Mala Êzîdiyan Oldenbûrg, Mala Bergen, HDP, KOMAW, FEDA, KNK, KCDK-E, PYD, Parêzer Necdel Dislî, Dr. Xelîl Cindî, Dr.Xelîl Xaltî ku jibo kongra NAV-YÊK’ê hatibûn şandin hatin xwendin.
Hejayî gotinê ye ku peyama dîmenî yê Hêvserokê KCK’ê Cemîl Bayik ku jibo kongra NAV-YÊK’ê şandibû bi coşaka mezin hat guhdarkirin. Di peyama Hêvserokê KCK’ê Cemîl Bayik de jî hate destnîşankirin ku ji bo misogerkirina statuya Şengalê, ji bo têkbirina planên li ser Şengalê têne kirin, pêwîstî bi tifaqa Êzidiyan heye.
Di dawiya kongreyê de Tevî Hevserokên NAV-YÊK’ê yên nû Çîçek Yildiz û Îbrahîm Kahraman
ji nav 11 namzetan hatin hilbijartin. Kongra NAV-YÊK’ê ku Bi drûşma “NAV-YÊK mîrasa Mam Zekî ye, xwedîderketina wê, parastina xweseriya Şengalê ye” hat lidarxistin kongre diyarî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê yê cangorî Merwan Bedel hat kirin.
Pêşniyarbiryar-nexşerê û plansaziya kar û xebata NAV-YÊK'ê ya du salên pêş wiha hat rêzkirin:
“• Ji bona azadiya civakê, em xeta cangoriyên azadiyê û Êzîdxanê, xeta Mam Zekî, şehîd Bêrîvan, Lava, Mam Besîr, Seîd Hesen Seîd, Merwan Bedel, Fermandar Zerdeşt û Şêx Xêrî esas digrin û wan ji xwe re rêberê jiyan û tekoşînê dibînin.
• Êzîdxan bi Kurdistanek li ser hîmê neteweya demokratîk û azad misoger e. Kurdistan jî, bi hebûna civaka Êzidi, dewlemend û xwedî siberoje. Li ser vî esasî, hemû pêngav û xebata ji bona Kurdistanek azad armanca me ye jî.
• NAV-YÊK, têkilî bi hemû koçberên Êzîdî yên ji Şengal, Başûrê Kurdistanê, Iraq, Rojava, Sûriyê, Bakurê Kurdistanê, Rûsya, Ermenistan û Gurcistanê re tê danîn, alîkarî bi wan re tê kirin û ew li cihên ku lê dimînin tên birêxistin kirin, tevlî xebatên sazî û rêxistinan tên kirin.
• Armanca hemû kar û xebatên NAV-YÊK'ê, parastin, avakirin, pêşxistina vegera li Şengalê, alîkariya bi vegeran û erêkirina statûya Şengalê ye.
• Dûrketina Êzîdiyan ji axa welat, dûrketina ji olê jî bi xwe re tîne. Lewma ji bo xebatên vegera welêt, bi taybetî jî, ji bo vegera ser cih û warê Bakurê Kurdistanê, divê meclîsê gundan bikevin nava hewldanan û pirsgirêkên ku li pêşiya vegerê heyî çareser bikin. Divê ji bona vê yekê bi alî û saziyên pêwendîdar re têkilî bê danîn û di nava hevkariyê de xebat bê meşandin.
• Salvegera Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an li hemû herêman bi awayên cûrbecûr bê bîranîn. Bi taybetî tevlîbûna nûnerên civakê û rayedarên derveyî civaka Êzîdî, yên herêmî bê esas girtin û ev yek her sal wek kevneşopî bê kirin. Her wiha bi pêşengtiya meclîsa NAV-YÊK'ê, biranîna navendî bê organîzekirin. Wek mêvan nûnertiya civaka Êzîdî, civak û aliyên siyasî yên derveyî civaka me, di asta bilind de bê esas girtin.
• Li ser fermana Ṣengalê, dîroka civaka Êzîdî, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wê û reyên çareseriyê, xebatên zanistî bên kirin û encama wan wek berhem, bi rêya amûrên cûrbecûr mîna kovar, pirtûk, broşûr, CD û hwd bigihin civak û raya giştî. Her wiha standa NAV-YÊK’ê were xurtkirin.
• NAV-YÊK li gel sazî û pêkhateyên koordînasyona Civaka Êzdîxanê ji bona naskirina Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an wek jenosîd, dikeve nav hemû cûreyên hewldanan û Ji bona darizandina sûcdarên jenosîdê bi awayekî girseyî tevlî dozan dibe.
• NAV-YÊK’ê ji bo pêşxistina civakek demokratîk, ekolojîk ya li ser hîmê azadiya jinê bi rêbazên aştiyane û demokratîk têdikoşe. Li dijî her cûre tundî û cûdakariya li ser jinan, bi taybetî komkujiyên jinan, bi rengek aktîf têdikoşe. Her wiha, li dijî hemû paşverûtî û zextên ku ji kevneşopî û modernîzmê tên, bi awayekî pir alî çalak e û civakê perwerde dike.
• Ji bo serdana welat taybetî ya Laleşa Nûranî û Ṣengalê kom werin organîzekirin û tevlîbûna jin û ciwanan esas bê girtin.
• Pêwîste civaka me di warê bawerî, raman, çand û hunerî de, li ser hîmê akademîk were perwerdekirin. Ji bo vê panel, semîner, bernameyên tv û civinên gel bêne lidarxistin.
•Divê NAV-YÊK, piştgiriya Festîvala Çand û Hunera Êzîdixanê ku we her sal di
meha Gulanê de, wek kevneşopî wê were lidarxistin bike.
• Divê malên Êzîdiyan bibin navendên pêşxistina çand, ziman û zindîkirina dîroka
Êzîdiyan. Pêwîste perwerdeyên ji bo zarokan û ciwanan werin zengînkirin û ev
perwerde di forma akademîk û zanistî de bên kirin. Her wiha alîkarî bi zarokên
xwendekar, li mal û komeleyan bê kirin. Bi taybetî jî ji bona sparteyên rojane. Ji bona
vê yekê daxwaza alîkariyê ji mamoste û xwendekarên zanîngehan yên li herêmê bê
xwestin.
• Ji bo guhertin û nûkirinê, her wiha ji bo giyana hevaltiyê, rêzgirtin û hezkirin di nav
xebatkaran de xurt bibe, pêwîste perwerde û metodên zengîn werin pêkanîn. Her
wiha li dijî têgehên mîna eşîr, bavik û paşverûtiya malbatî ku zirarê didin nasname,
netew û baweriya me û di nava civakê de dijminatiyê pêş dixin, xebat û têkoşîn tê
xûrtkirin.
• Ji bo çareseriya pirsgirêkên li welatê ku em tê de dijîn, her wiha çareseriya pirsgirêkên civaka Êzîdî li her derê, bi platformên hevpar bi saziyên koçber ên antî[1]faşîst, demokratîk, pêşverû, femînîst, ekolojîk, azadîxwaz, mirovdost, aştîxwaz, saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesan re hevbeş têdikoşe.
• Tevlîbûna civaka Êzîdî ya nav partiyên siyasî, meclîs, sendîka û hwd yên li Elmanyayê di asta Federal, eyalet, herêm, bajar û hwd li gorî hewcedariyan teşwîq bike û piştgiriyê dide hewldanên wiha. Ji bona ku civaka Êzîdî li Elmanyayê mîna civak, gel û baweriyên din, ji hemû mafên bingehîn sûd werbigre xebat bê meşandin, teybetî mal û komele ji hêla projeyan ve.
• Pergala hevserokatiyê, divê li herêm, mal, komel û saziyên Êzîdiyan de, esas bê girtin û bikeve meriyetê û Hevseroka jin bi vîna jin bê diyar kirin.
• NAV-YÊK piştgiriyê dide hemû klûbên werzîşê yên heyî, ji bona avakirina yên nû dikeve nav hewldanan, her wiha alîkarî û piştgiriyê dide werzîşvanên kesane da ku ew di beşên xwe de biserbikevin. Ji bona vê yekê li mal û şaxan komîsyonên werzîşê ava dike.
• Xebata ji bo naskirina nasnameya ol û civaka Êzdayetî li Elmayayê û pejirandina hînkirina zimanê zikmakî li hemû dibistanên li seranserê Elmanya lêkolîn werın kirin.
• Divê ji bo pêṣxistin û parastina çand û ola Êzdayetiyê, li Ewropayê akademî bên sazkirin. Ji bona vê yekê komîteyek ji endamên pêkhateyan, bi tevlîbûna akademîsyen û rewşenbirên civakê bê sazkirin.
• Divê NAV-YÊK, li Elmanya li van herêmên wek Oldenbûrg, Bremen, Hannover, Bîelefeld, Saarbrucken, Gieben, Berlîn, Koblenz û Mannheîmê mal û komel werin avakirin.
• NAV-YÊK ji bo afirandina mercên ji bo geşedana muzîk, folklor, wêje, şano û sînemaya kurdî di nav civakê de, bi taybetî jî ji bo zarokan dikeve nav hewldanan.
•NAV-YÊK’ê li ser esasê pergal û destûrê xwe bi rêxistin dikin, li ser herêm û saziyan bandora xwe xurtir dikin û li dijî nêzîkbûnên çewt têdikoşin. NAV-YÊK wê di pêşarojê de li gel meclîsa xweyî berfireh were gel hevûdu û vesaziya xwe li ser asase komîsyonan ava bikin, komîsyonên bên pêkanîn wiha ne;
Komîsyona Xwe Rêxistinkirinê, Komîsyona Jinan, Komîsyona Ciwanan, Komîsyona Cand û Hunerê, Komîsyona Perwerdê, Komîsyona Dîplomasî û proje, Komîsyona Ragihandinê, Komîsyona Aştiyê, Komîsyona Cavdêriyê û Dîsîplînê, Komîsyona Aborî.”