Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê ji bo Abdullah Ocalan peyamek weşand

Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê Fabîen Roûssel, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek parve kir.

Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê Fabien Roussel bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.

Roussel, bi etîketa “#freeocalan” ev peyam weşand:

“Rêberê Gelê Kurd A. Ocalan 24 sal in li dijî peymanên navneteweyî tê girtin.

Azadkirina wî dê rê li ber aşitiyê veke ku projeya pêşverû, femînîst û ekolojîk a ku Kurd hilgirê wê ne.”