Namzetê komunîst a serokkomariyê ya Fransayê û Kurd…
Li Fransayê wê di meha Nîsanê de hilbijaratina serokkomariyê pêk were. Namzetê komunîst Fabîen Roûssel popularîteya xwe zêde dike. Roûssel di mîtîngan de diyar dike ew piştgiriyê dide Kurdan.
Li Fransayê wê di meha Nîsanê de hilbijaratina serokkomariyê pêk were. Namzetê komunîst Fabîen Roûssel popularîteya xwe zêde dike. Roûssel di mîtîngan de diyar dike ew piştgiriyê dide Kurdan.
Fabîen Roûssel ê ku di hilbijartina serokkomariyê de namzeta Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ye, li gorî anketan hêza wî ne zêde be jî dînamîkeke çepgir ava dike. Roûssel li derveyî çarçoveya giştî hewl dide surprîzan bike û mîtîngên berfireh li dar dixe. Roûssel li ser hêza kirînê, enerjiya nukleer û gastronomiyê disekine û balê dikişîne ser xwe.
Partiya Komunîst 15 sal in di hilbijartina serokkomariyê de ne çalak e. PCF bi namzetiya Roûssel re dixwaze giraniya xwe nîşan bide û ji aliyê din ve jî li gorî namzetên din ên çepgir jî cihê ye. Roûssel berevajî namzetên din ên çepgiriyê ji bo kêmbûna fatûreyên elektrîkê dixwaze nukleer were geşkirin. Roûssel diyar dike ew çepgiriyeke gelparêz dixwaze.
Di anketên dawîn de dengê wî derket ser ji sedî 4. Di nav çepgiran de piştî Jean-Lûc Melenchon ew tê.
Roûssel û partiya wî PCF ev çend sal in li pişta gelê Kurd radibin. Roûssel tevlî salvegera bîranîna sê şoreşgerên jin yên Kurd ên di sala 2013’an de hatibûn qetilkirin, bûbû û diyar kiribû ew piştgiriyê dide Kurdan.
Roûssel di dawiya hefteyê de li Marsîlyayê tevlî mîtîngekê bû û di mîtîngê de rojnamegerên di qetlîama Charlîe Hebdo de hatibûn kuştin, mamoste Samûel Paty ê ku serî wî hatibû jêkirin û Kurdên ku li hemberî DAÎŞ’ê şer kiribûn, bi bîr anî. Roûssel gotibû “Ez bi têkoşerên li hemberî Îslamîstên entegrîst û Kurdên ku Erdogan û Tirkiye wan bomberdûman dike, serbilind im.”
Li gorî anketên dawîn dengê Emmanûel Macron ji sedî 24 e, dengê namzetê lîberal û mûhafazakar Valerîe Pecresse ji sedî 16,5 e, dengê Marîn Le Penv û Erîc Zemmoûr ên ku namzetên rastgirên radîkal in jî ji sedî 14 ye. Partiyên çepgir hê jî li ser namzetiyeke hevpar li hev nekirine.