Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bîranîn

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê hat qetilkirin, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat bîranîn.

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan Nagihan Akarsel merasîma bîranînê li dar xist. Malbata Akarsel, nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsre (KOMAW) û FEDA’yê û gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Merasîma bîranînê di şexsê Nagihan Akarsel de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Mehmet Goksungur li ser navê KOMAV’ê axivî û got: “Jinên hevrêyên Serok Apo, cîhanê diguherînin. Em li ser hemûyan, bi rêzdar bejna xwe di tewînin.”

Ji Komîteya Jineolojiyê Necîba Qeredaxî jî qala Nagihan Akarsel kir û wiha got: “Caran yekem li Başûr, cenazeyê jinekê, jinan rakir. Bandorek wê mezin li Başûr hebû. Em car din li vir soz didin; em ê têkoşîna Nagihanê bidomînin.”

Sozdar Sîdar jî li ser navê TJK-E’yê wiha got: “Îro li Kurdistan û hemû cîhanê, dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ tê berzkirin. Ev yek bi ked û têkoşîna heval Nagihan û hevrêyên wê, mezin bû û niha li hemû cîhanê belav bûye. Ew qas ji zanista heval Nagihan ditirsiyan ku bi 11 guleyan qetil kirin. Em ê li pey her şehîdek xwe, têkoşînê geş bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek têkildarî jiyan û têkoşîna Nagihan Akarsel hat temaşekirin.