Nagihan Akarsel li Braûnschweîgê hat bibîranîn

Endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel a ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê bi tevlêbûna malbat û xizmên wê yên din hat bibîranîn.

Endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel ku li Başûrê Kurdistanê di qada azadiya jinan de dixebitî û hat qetilkirin, li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê bi merasîmekê hat bibîranîn. Malbat û xizmên Nagihan Akarselê tevlî merasîmê bûn.

Fed-Dem a banê Navendên Civaka Kurd ên li Ren-Vestfalya ya Bakur, Platforma Kurdên Anatoliyaya Navîn (PKAN) û Meclîsên Komunên Şoreşger ên Elmanyayê (ADKM) merasîm organîze kir. Merasîm, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê behsa têkoşîna Nagihan Akarsel kir û bi pişt re li sînevîzyoneke li ser jiyana Akarselê hat temaşekirin.

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştre li belgefîlmê bi navê Lêger hat nîşandan.