MOP Qirkirina Seyfo şermezar kir, PKK silav kir
Partiya Azadiya Mezopotamyayê salvegera 107’emîn a Qirkirina Seyfo ya 1915'an bi bîr anî û êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk şermezar kir û gerîlayên li ber xwe didin silav kir.
Partiya Azadiya Mezopotamyayê salvegera 107’emîn a Qirkirina Seyfo ya 1915'an bi bîr anî û êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk şermezar kir û gerîlayên li ber xwe didin silav kir.
Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP) bi daxuyaniyeke nivîskî Qirkirina Seyfo ya sala 1915'an û zîhniyeta qirkirinê ya ku tê meşandin şermezar kir; Her wiha diyar kir ku ew kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di sala 1915’an de gelên Asûrî/Sûryanî/Kildanî, Ermenî, Yewnanî/Pontûsî û Cihû ku ji neteweyên kevnar ên dîroka mirovahiyê ne, ji aliyê Îttîhad û Terakkî li ser erdnîgariya Osmanî ve hatin tunekirin û wiha hat gotin: “Li vir ne tenê fizîkê van gelan hat rûxandin; Di heman deme de dîrok, çand, exlaq, îrade, ked, jiyana civakî, ziman û baweriyên van gelan hatin tunekirin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî wê rojê zîhniyeta nijadperest li dijî Elewî, Kurd, Êzidî, şoreşger, demokrat û sosyalîst veguheriye zîhniyeta qirker û wiha hat gotin, “Qirkirina Seyfo ya 1915’an tê wateya; Serdema ku dewleta Tirk bi zihniyeteke nijadperest, faşîst û şovenîst ava bûye. Ev zîhniyet tirs, zordarî, mêtinkarî û dagirkeriyê bi xwe re tîne.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev zihniyet wê ti carî sax nebe. Lê heya ku? Ger îro bi deh hezaran kes di girtîgehan de ne, civak wêran bûye û PKK’ya ku li jiyaneke bi rûmet digere, rastî qirkirinê tê, ev yek nîşan dide ku zîhniyeta dewleta Tirk ji bo çi xetere ye ser mirovatîyê. Li herêmê pirsgirêkan derdixe û hewl dide zîhniyeta pîs a faşîst li her derê belav bike. Ji ber vê yekê divê her kesê ku li aliyê mirovahiyê ye, dewleta Tirk a ku piştî Qirkirina Seyfo ya 1915’an ava bûye, bibîne.
Dewleta Tirk a ku ji hundir ve hewl dide gelê Kurd qirêj bike, ketiye polîtîkaya herî bêexlaqî. Em MOP bang li gelê Kurd, PDK’ê dikin ku vîna xwe teslîmî dewleta Tirk neke û pirsgirêkên xwe bi diyalogê di navbera xwe de çareser bike. Li hemberî miletê xwe sekinîn ne nêzîkatiyeke baş a dîrokê ye. Em êrîşa qirker a dewleta dagirker a Tirk a li dijî PKK’ê ku îradeya birûmet a gelê Kurd temsîl dike, şermezar dikin; Em berxwedana bi rûmet a PKK’ê ya ku yekîtiya demokratîk a gelan diparêze silav dikin û piştgiriyê didin.
Her çiqas Qirkirina Seyfo ya 1915’an êşa me be jî, nasnameya me ye ku em ê her tim bi rûmet hilgirin. Li dijî zîhniyeta qirker a dewleta Tirk silavkirina mirovahiya bi rûmet e.”