Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê dest pê bû
Mihrîcana Çand û Werzişê ku ji aliyê ciwanên Kurd ve li Ewropayê tê organîzekirin, îsal bi navê ‘’Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê’’ li bajarê Freîbûrgê dest pê bû.
Mihrîcana Çand û Werzişê ku ji aliyê ciwanên Kurd ve li Ewropayê tê organîzekirin, îsal bi navê ‘’Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê’’ li bajarê Freîbûrgê dest pê bû.
Ciwan, bi dirûşmeya ‘’Li hember qirkirina sedsalê bi çanda xwe, xwe bi rêxistin bike’’, ev çend meh bûn ku ji bo mihrîcanê dixebitîn.
Bi hezaran ciwanên ji Elmanya, Hollanda, Fransa û Swîsreyê û wd. hatin, di Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê de hatin ba hev.
Ciwanan, pankartê li ser ‘’Xwe biparêze’’ nivîsandî hilda û ber bi qada mihrîcanê ve meşiyan. Ciwan meşiyan ber bi dikê ve û dirûşima ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kir.
Mihrîcan, piştî meşê, bi rêzgirtina ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dewam kir.
Bi axavtina Yûsûf Amed û Zekiye Nisêbîn ku li ser navê Ciwanên Kurdistanê axivîn, bername dewam kir. Amed, banga pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedî derketina li berxwedana gerîla kir. Amed, îşaret bi rol û erka ciwanan a di têkoşînê de kir û axavtina xwe qedand.
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAV) Heval Salih daxuyanî da.
Piştî axavtinan hunermend derketin ser dikê.
Mihrîcan berdewam e.