Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê bi dawî bû

Li Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê, li dijî polîtîkayên tecrîd, şer û asîmîlasyonê banga rêxistinbûnê hat kirin.

Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê ku bi dirûşmeya “Li Hemberî Qirkirina 100 Salê Bi Çanda Xwe, Xwe Bi Rêxistin Bike!”, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Di mîhrîcana ku bi hezaran ciwanên ji Elmanya, Hollanda, Fransa û Swîsreyê û wd. hatin ba hev de bal hat kişandin ser zextên li ser gelê Kurd, çand û hûnerê wan ku ji serdema Osmaniyan ve didome.

Ciwanan diyar kirin ku bidawîbûna tecrîdali ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi salan in li Tirkiyeyê dîl girtiye, di heman demê de tê wateya bidawîbûna polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên li Rojhilata Navîn.

Ciwanan her wiha bal kişandin ser helwesta durû ya dewletên Ewropayê ya li hemberî êrîşên qirker ên dewleta Tirk û anîn ziman ku divê ciwanên Kurdistanê li dijî polîtîkayên tecrîd, şer û asîmîlasyonê xwe bi rêxistin bikin.