Roja Yekşemiyê li Yewnanistanê hilbijartina parlamentoyê çêbû.
Demokrasiya Nû ku partiya Serokwezîr Kyrîakos Mîçotakîs e, di hilbijartinan de ji sedî 40,8’ê dengan girt. Partiyê bixwe hêvî nedikir ku wê ewqas dengan bigire.
Partiya Syrîza ku hevrikê wê ye, ji sedî 20’ê dengan girt. Partiya Sosyalîst Pasok-Knal jî ji sedî 11,5 deng girtin.
Mîçotakîsê mihafizekar, serkeftina partiya xwe ya di hilbijartinan de wek ‘’erdheja siyasî pênase kir û bang kir ku bila cardin hilbijartin çêbibe.
Piştî diyarbûna encamên hilbijartinê, Mîçotakîs ku bi Serokkomar Katerîna Sakellaropûlûyê re hat ba hev, diyar kir ku ew dixwazin cardin zû bi zû hilbijartin çêbibe û got: ‘’Dibe ku 25’ê Xezîranê be.’’
Partiya Demokrasiya Nû ku ji sala 2019’an ve hikum li Yewnanistanê dike, dîsa bi ser ket lê piranî bi ferqeke hindik ji dest çû. Partiya Mîçotakîs ku vê hilbijartinê 154 parlamenter kar kirin, ji bo hikumetê bi serê xwe ava bike, wê 6 parlamenterên din jî divê. Bi rêya lihevkirinê avakirina hikumeta koalîsyonê, qewî di çanda siyasî ya Yewnanistanê de ne mimkûn e.