Meşa li Elmanyayê li gel astengiya polîsan dewam dike

Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Frankfurtê ber bi Saarbruckenê dest pê kir, li gel astengiya polîsan jî dewam dike.

Enternasyonalîstên ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan" re ji Frankfurtê ber bi Saarbruckenê dest bi meşa dirêj kirin, şeva Duşemê li Bensheimê li gel malbatên Kurd man.

Enternasyonalîstan li Bensheimê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrişa li ser baskê meşa dirêj a li Fransayê şermezar kirin. Enternasyonalîstan diyar kir ku di şexsê meşvanên ciwan de êriş li dijî gelê Kurd hatiye kirin û nerazîbûn nîşanî helwesta polîsên Fransayê dan. Bi navê enternasyonalîstan hate ragihandin ku li dijî her cûre êrişan ew bi gelê Kurd re ne.

Çalakger serê sibehê ji nû ve li hev civiyan û saet di 09:30'î de ber bi Mannheimê ve dest bi meşê kirin.

Di dema meşê de polîsên Elman dest li çalakgeran werdan. Du enternasyonalîstên Emerîkî û Taylandî, bi hinceta "heqaret li polîsan kirine" hatin destgîrkirin. Li herdu enternasyonalîstan hate qedexekirin ku tevlî meşê bibin. Ji bo berdana wan jî hate xwestin ku 1500 euro cezayê pereyan bidin. Parêzer li ber biryarê rabûn, polîsan demeke dirêj çalakger di binê baranê de hiştin.

Çalakger bi 23 kîlometreyî meşiyan û gihîştin Mannheimê. Di nava sê rojan de çalakger bi giştî 79 kîlometreyan meşiyan.

Li Mannheimê jî Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bediye Taş (Ronahî) ku 21'ê Adara 1994'an li Mannheimê ji bo şermezarkirina polîtîkayên zordar ên dewleta Elman ên li dijî gelê Kurd bedena xwe dan ber agir, li cihê ku lê şehîd bûn hatin bîranîn.

Meş wê roja Çarşemê ji Mannheimê ber bi Ludwigshafen-Bad-Durkheimê ve dewam dike. Di roja çaremîn de tê payin ku çalakger bi 27 kîlometreyan bimeşin.

Enternasyonalîst piştî roja çaremîn wê bi wesayitan biçin bajarê Hombûrg ê eyaleta Saarlandê û şeva xwe li gel malbatan derbas bikin.