Meşa li Baselê: Soza me ya tolhildanê ji Sara, Rojbîn û Ronahî re heye

Kurdên li Swîsreyê û saziyên dostê wan ji bo şermezarkirina Qetlîama Parîsê li Basselê hatin ba hev. Hevseroka Partiya BastA’yê Sîna Deîss destnîşan kir ku wan bi berxwedana bi heybet a jinan li Kobanê şahidiya xeta berxwedanî ya Sakîne Cansiz kirine.

Bi hezaran kes ji bo ronîkirina komkujiya di şexsê 3 şoreşgerên jin ên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê meşek organîze kirin.

Li ser banga Saziya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi hezaran kes ji hemû pêkhateyan bi taybet saziyên jinan ên ji Swîsre, Kurdistan û Tirkiyeyê li qada Parka Dîe Welt hatin cem hev.

Ji bo bîranîna ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de hat qetilkirin û Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku di 4'ê Çileya 2016'an de di berxwedana xwerêveberiyê de hatibûn qetilkirin, deqeyek rêz girtin.

Endama TJK-E Zozan Serhad da xuyakirin ku ev komkujî ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne serbixwe ye, destnîşan kir ku israra dewleta Fransayê ya ji bo eşkerenekirina berpirsyarên rastî yên vê qetlîamê, hevkariya wê ya bi komkujiyê re nîşan dide.

Serhad di berdewamiya axaftina xwe de her wiha got, "Bi qetlîamên îro yên li çar parçeyên Kurdistanê yên li ser jinan tên kirin re azadiya jinên Kurd hatiye armanckirin” û axaftina xwe wiha domand, “Dema em soza xwe bidin Sara, Rojbîn û Ronahî’yan, em ê li ser xeta wan a berxwedanê tola xwe ji hêzên qetlîamger û komploger hilînin.”

Hevseroka Partiya BastA’yê Sîna Deîs jî diyar kir ku wana berxwedana Sakîne Cansiz di serketina bi heybet a jinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê nas kirine û got, “Em hemû jinên ku têkoşîna jinên cîhanê didomînin, me di berxwedana ku jinên Kurd li Kobanê nîşan danî de, em bûn şahidê felsefeya berxwedana Sakîne Cansiz. Dema ku me zanî ku di serxistina vê serketinê de xeta berxwedanê ya Sakîne Cansiz hatiye esas girtin, têkoşîn û berxwedana jinên Kurd a ji bo azadiya xwe ji bo me jinên cîhanê re dibe mînak."

Piştî axaftinên ku li ser navê saziyan hatin kirin bang li dewleta Fransa hate kirin ku komkujiyê ronî bike. Girseya gel bi berzkirina dirûşmeyên di çarçoveya teşhîrkirina hevpariya dewleta Tirk a qirker û dewleta Fransa ya di komkujiyê de dest bi meşê kirin.

Di meşa ku nêzî 1 saetê dewam kir de, çalakvanan li navendên girîng ên bajêr rawestiyan û li vir belavok xwendin.

Girse piştî meşê gihişt qada parka Claramatte û li vir mîtîngek li dar xist.

Li qada çalakiyê bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr quncikeke bîranînê hat amadekirin. Li vir ji bo 6 jinên şoreşger mûm hatin pêxistin.

Li vir helbestên Sakîne Cansiz bi xwe ên ji hin demên jiyana wê ya têkoşînê hatin xwendin û axaftin hatin kirin. Çalakî piştî axaftinên li ser navê saziyan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.